Li taxa Baglera (Rezan) ya Amedê 4 avahî di erdhejê de herifîn û pirtir ji 200 kes jîyanên xwe ji dest dan.
Şaredarîya Baglerê ji kavilên van avahîyan kinc, nivîn, firaq, pirtûk, tiştên ku saxlem mane derxistin û li depoyek kom kirin.
Ger hewa baş be, heftê du rojan derîyê depoyê ji malbatan re vedikin û bi belge û îmza tiştan teslîmî xizmên qurbanîyan dikin.