Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakîya Edaletê Ya Emîne Û Ferît Şenyaşar 650 Roj in Didome


Çalakiya Emîne Şenyaşar
Çalakiya Emîne Şenyaşar

Di dema hilbijartina 2018an de li navçeya Sirucê li dikana mala Şenyaşaran di nav xizmên parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz û 3 kurên Emîne û Esved Şenyaşar; Cemal, Adil û Fadil Şenşayar şeredevek derket û di demek kurt de ev şeredev veguherî pevçûnek çedarî.

Di wê pevçûnê de birayê parlamenter Mehmet Şah Yildiz hate kuştin, Cemal û Adil û Fadil jî birîndar bûn digel çend xizmên parlamenterê AKPê.

Lê li nexweşxanê, xizmên parlamenter êrîşê Cemal û Adil Şenyaşar kirin, digel bavê wan Esved, her sê jî li nexweşxanê bi awayek hovane li ber çavê Emîne Şenyaşar hatin kuştin.

Lê tenê Fadil Şenyaşarê birîndar hate girtin û encama doza du salan da cezayê hetahetayê lê hate birîn. Fadil ji kuştina birayê parlamenter û ji birîndarkirina 8 kesan hate sûcdarkirin û 5 sal in di hucreyek de tê girtin.

Emine û Ferît Şenyaşar piştî doza Fadil, jibo cezayê giran şermezar bikin, jibo kujerên Esved, Cemal û Adil tespît bibin û bên cezakirin, li pêş avahiya Dadgeha Ruhayê bi navê 'Edalet'' dest bi çalakîya rûniştinê kirin.

Di nav 2 salan da gelek caran hatin desteserkirin, jibo ku 'heqaretê li parlamenter kirîye' 15 lêpirsîn, 5 doz li Emîne Şenyaşar hatine vekirin.

Li Ferîd jî, 8 lêpirsîn vebûne û jibo Dengê Amerîka beha têkoşîna xwe ya jibo edaletê kir.

Piştî çar salan îddianameya êrîşa nexweşxanê hate amadekirin û ji kuştina Cemal, Adil û Esved Şenyaşar 14 kes weke gûmanbar hatin girtin. 12 kes xizmên parlamenterê AKPê bûn lê neha tenê 2 kes girtî hene.

Wî got, heta niha 4 dozger hatin guhertin û ti kesek ji wan daxwaza hevdîtinê qebûl nekirin. Tenê walîyê berê derîyê xwe ji wan re vekiriye.

Wî got ''Jiber ku ew walî bûye şahidê êrîşa nexweşxanê û kuştina bavê min, birayên min Cemal û Adil Şenyaşar.''

"Walî ji me re got dema serokomar hatiye Ruhayê jê re behsa êrîşa nexweşxanê kiriye, gotiye ku xizmên parlamenter neheq in, lê serokomar ev qebû nekirye'' got Ferît.

Serokomarê Trikiyê Recep Tayîb Erdogan roja Şemiyê li Mêrdînê, bang li Kemal Kiliçdaroglu, serokê CHPê kir, ew rexne kir û got, dema diçe Amedê, çima naçe serdana malbatên ku li pêş HDP kon vedane.

Ferît Şenyaşar anî ziman mehek berê dema Erdogan hate Ruhayê, xwestine serdana wî bikin. Lê Erdogan 500 metro nêzî çalakiya wan mîtnîng pêkanî ye, daxwaza wan qebûl nekiriye.

''Jibo bo muxalefetê rexne bike behsa dayikan dike lê çavê xwe pênc sal in li dayikên me digre. Divê serok ferq û cûdahiyê nxe di mabeyna tu dayikan de, divê ew bibe serokê hemîyan''Ferît Şenyaşar got.

Raporta Amed-Diyarbekirê 18 - 12 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:04 0:00
XS
SM
MD
LG