25’ê Mijdarê, Roja Navnetewî ya Tunekirina Tundîya Dijî Jinan (International Day for the Elimination of Violence against Women) e.
Li Amedê sazî û dezgehên jinan, partîyên sîyasî derbarê rojê de hefteyekê bernameyên curbicur yên wek nîşandana fîlman, gotûbêj, kombûn, meş amade kirine.
Di çarçoveya çalakîyên hefteyê de jinên li girtîgehan jî nehatin jibîrkirin. Tevgera Jina Azad, Endamên HEDEP’ê, Federasyona Komelên Xizmên Girtîyan li pêş postaxaneya navça Rezan (Baglar) kom bûn û daxuyanîyek dan.
Li ser navê Komela Jinan ya Rosa, Gulistan Nazlier daxuyanî xwend û dîyar kir ku jin li dor felsefeya ‘Jin, jîyan, azadî’ tekoşina xwe kirine yek.
Nazlier bi bîr xist ku li Tirkîyê, tevî hebûna gelek biryarên fermî yên parastinê, jin li qadên civakî, li ber çavê mirovan bi xwînsarîyeke hovane tên qir kirin.
''Di dozên qirkirina jinan de kujer bi cezayekî sivik xwe difilitînin, ev polîtîkayên bêcezahîştinê cesarete dide kujeran. Lê, em dibînin ku rojnamevan, mafparêz, sîyasetvanên ku li dijî tundûtûjîya li ser jinan tekoşînek didin, tên girtin û ceza kirin.’’
Nazlier îdia kir ku bi taybetî jinên ku li qadên sîyasî û civakî bi bandor in dibin armanca desthilata sîyasî.
“Ew dixwazin ku jin li nav malbat û malê hepis bibe, bi biryarên dadgehan wan bê deng bike. Di heman demê de li dadgehan jî, nûnerên sazî û rêxistinên jinan jî dikin hedef û hewil didin wan tawankar nişan bidin.’’
Jin, piştî daxuyanîyê kartpostal û nameyan şandin jibo jinên li girtîgehanda ne.
Endama Tevgera Jinan, Gulcîhan Şîmşek ji Dengê Amerîka re got ku ew li hember tundîya ser jinan, jibo jîyaneke azad û hevpar tekoşîn dikin.
''Li zindanan gelek jin hene û em dizanin ku rewşa zindan pir xirab e, mafê wan tê asteng kirin. Jibo ku em rewşa wan jî bînin ber çavan, moral bidin wan, me name û kartpostalan ji wan şandin. Lê em dixwazin li dor şîyara jin, jîyan azadî, xwe bikin yek.''
Hêjayî gotinê ye ku, di 25’ê Mijdarê da li Amedê komelên jinan plan dikin ku meşeke girseyî li dar bixin.
Di Nava 10 salan de li Tirkîye 6 hezar û 368 Jin Hatine Kuştin
Jinên ku parastina maf û jîyana jinan dikin, li Stenbolê ‘Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn (KCDP)’ ava kir.
KCDP ji ser malpera xwe ji sala 2008’an vir ve rojane hejmara kuştina jinan tomar dike, navê wan parve dike û çîroka kuştina wan, nûçeyên derbarê bûyerê diweşîne.
Li gor pêzanînên ser malperê di nav 15 salan de li Tirkîyeyê 6 hezar û 368 jin bi destê zilaman hatine kuştin.
Ji sala 2017an vir ve hejmara kuştina jinan sal bi sal zede bûye. Herî kêm di sala 2008’an de 67; herî zede di sala 2021’an de 431 jin li Tirkîye hatine kuştin û heta 22’yê Mijdarê ya vê sale 351 jin hatine kuştin.
Tirkîye di sala 2021’an de ji Paymena Stenbolê Xwe Vekişand
Peymana Stenbolê, ji aliye Konseya Ewrupa jibo pêşî li tundûtûjîya nav malbatî û civakî ya li ser jinan bigire, 2014’an de hatibû pejirandin.
Li gor vê peymanê, her cûre tûndîya li ser jinan, binpêkirina mafê mirovan e û bi vê peymanê jin dikevin bin parastina qanûnan.
Tirkîye yek ji îmzakarên pêşîn ên peymanê bû, lê piştî hin alîyên oldar bi îdiaya ku peyman li dijî nîrxên malbatî ye, hevzayendîyê teşwîq dike, li dijî peymanê kempeynên kiribûn.
Serokomarê Tirkîye Recep Tayîp Erdogan di 20’ê Adara 2021’an de biryar dabû ku Tirkîye ji peymanê vekişîne.
“Li welatê me tekoşîna hember tundûtîjaya ser jinan, bi Peymana Stenbolê destpê nekir û bi wê jî bi dawî nabe,’’ Erdogan hîngê gotibû.