20 rojnamevan, 21 kes di operasyonek ku Serdozgerîya Amedê de, roja Çarşemê ji malên xwe hatin desteser kirin.
Hemî rojnamevan, xebatkar û rêvebirên JINNEWS, Ajansa Mezopotamya û Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê ne.
Dozgerî biryara nepenîbûnê da ser dosyeyê û belgeyên ku parêzer dixwazin, bi sedema ku operasyon didome, nedaye wan.
Dozgerî herwiha jibo her 21 kesan biryar da ku 4 rojên din jî di binçavan de bimînin û îhtîmal heye ku 4 rojên din jî li wê demê zêde bike.
Di nav kesên girtî de gerînendeya JINNEWSê Safîye Alagaş, hevserokê Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Oruç, edîtora JINNEWSê Gulşen Koçuk, edîtorên rojnameya heftane ya Kurdî, Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û Zeynel Abîdî Bulut hene.
Navên rojnamevanên din jî ev in:
Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Kadîr Bayram, Esmer Tunç, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Halîl Koyuncu, Neşe Toprak, Mehmet Yalçin, Remzîye Temel, Abdurrahman Oncu, Feyînas Koçuk.
Rêvebirîya Ewlekarîya Dîyarbekirê piştî desteserkirina rojnamevanan bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku operasyon ji alîye tîmên tekoşîna li dijî terorê hatiye kirin.
''Operayon li ser kompanîyên produksîyon yên PEL, PÎYA, ARÎ herwiha JINNEWSê hate kirin û 19 xebatkarên van sazîyan hatin desteser kirin. Ev sazîyên navborî jibo STERK TV û Medya Haberê bernameyan amade dikin. Li ser 102 bernameyên her du televîzyon 82 saet dimen hatine lêkolîn kirin û hate zanîn ku hemî kesên binvaçkirî bi rêya van bernameyan propagandaya rêxistina terorê dikin.”
Îdiayên operasyonê wiha didome:
''- Jibo rêberê rêxistina terore bernameyan çêdikin , bi rêya bernameyan hewil didin ku rêxistina terore rewa nîşan bidin, operasyonên li ser rêxistina terore tên kirin wekî ser gelê Kurd nîşan didin û ajîtasyonê dikin, jibo fermanên rêvebirên rêxistina terorê dibin navbeynkar kun ava gel belav bikin, dema firokên şer ji firîngeha Dîyarbekirê jibo operasyonên esmanî radibin, weke nûçeyên lezgîn li ser malperên diweşînin û rêxistina terorê bi operasyonê agahdar dikin.''
Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê, Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê li Amedê bi daxuyanîyekê operasyon şermezar kir.
Hevseroka Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê Dîcle Mutfuoglu daxuyanîya hevbeş xwend:
''Hemî heval û hogirên me rojnamevan in, karen rojnamevanîyê dikin, ew ji nûçeyên xwe berpirs in ne ji polîtîkaya weşanê ya nûçe yan bernameyên ku tên belav kirin.''
Mutfuoglu got ku medyaya nêzî hikûmetê bi vê operasyonê dixwaze rojnamevanan wek endamên komîteya ragihandinê ya PKKê nîşan bidin.
“10 sal bere jî di operasyonên KCKê de bi fermana dozgerên rêxistina FETO operasyonên bi vî rengî pêk hatin û îro bi heman şêweyê heman tişt dubare dibin.''
Nûnerê Tirkiye yê Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) Erol Onderoglu ji Dengê Amerîka re got ku bi hiceta propganadaya terore hejmarek zêde ya desteserkirina rojnamevanan, em jî matmayî man. Divê delîlên xwe li gorî pîvanên hiqûqê lezûbez eşkere bikin. Em bi fikar in ku jibo armancên hilbijartinê, bi roj û mehan mirovan mexdur dikin.’’
Sendîkaya Basin Îş, ku baskê ragihandinê ya Konfederasyona Karkerên Şoreşger (DÎSK) Basin Îş) bi daxuyanîyekê operasyona ser rojnamevanên Kurd şermezar kir.
“Êdî bes e, deste xwe ji ser Rojnamevanên Kurd bikşînin û dawî li desteserkirin, girtin, lêpirsîn û dozan bînin! 'Em şahid in ku ew hevalên me rojnamevan in û rojnamevanî jî ne sûc e!” Basin Îş got.