Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya bo Şermezarkirina Darvekirina Cemşîd Şermehd Konsulxaneyên Îranê Dadixe


Wezareta Derve ya Almanya îro Pêncşemê ragihand ku ewê her sê konsulxaneyên Îranê yên li Almanyayê bigire, lê rê dide balyozxane vekirî bimîne.

Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock dîyar kir ku ev biryar wek berteka darvekirina hemwelatîyê Almanî û Îranî Cemşîd Şermehd li Îranê hatîye girtin.

Baerbock got ku wê konsolosxaneyên Îranê yên li Frankfurt, Munchen û Hamburgê werin daxistin.

"Me ji Tehranê re bi dubareyî û bi awayekî eşkere dîyar kir darvekirina hemwelatîyekî Alman wê encamên giran bi xwe re bîne," Baerbock di daxuyanîyeke vidyoyî de got.

Darvekirina Şermehd roja Duşemê hatibû ragihandin ku jixwe berê di navbera Îran û Almanya de bpbp sedema alozîyê û dersînorkirinên dîplomatîk.

Baerbock Îran şermezar kir ku ew bi dîlan lîstikan dilîze û jiber piştgirîya Almanya ji Îsraîlê re darvekirina Şermehd rewa dike.

"Rastîya ku ev kuştin di nava rûdanên dawî yên li Rojhilata Navîn de pêk hat, nîşan dide ku rejîma dîktator, nerewa ya Îranê li gor hişmendîya dîplomatîk ya normal tevnagere."

Wê dîyar kir ku jimareke din yên hemwelatîyên Almanî jî li Îranê bi neheqî girtîne

" Em bi xurtî girêdayê wan in û jibo azadkirina wan xebata bêwestan didomînin."

Wezîr Baerbock herwiha bang li Yekîtîya Ewrupa (YE) kir ku Pasdarên Şoreşa Îranê bikin nava lîsteya komên terorîst.

Şermehd yê 69 salî, di Sibata 2023’an de bi darvekirinê hatibû ceza kirin, ev ceza paşê ji alîyê Dadgeha Bilind ya Îranê ve hat erê kirin.

Ew bi îdaya ku di peqîna mizgeftekê de li bajarê Şîrazê li başûrê welêt di sala 2008 de rol girtîye hat ceza kirin ku 14 kes hatin kuştin û 300 kesên din jî birîndar bûbûn.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG