Dadwerîya Îranê îro Duşemê ragihand ku girtîyê Îranî-Almanî Cemşîd Şermehd hatiye sêdare kirin.
Şermehd, ku di sala 2020an ji alîyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve de li Dubayî hatibû revandin, bi Tawana terorîzmê hatibû mehkûm kirin û fermana îdama wî hatibû dayîn.
Şermehd 69 salî bû û yek ji çend rikeberên Îranî yên li sirgunê bûn ku di salên dawî de yan bi xapandinê yan jî bi revandinê ji Îranê re hatibûn veguhastin.
Darvekirina Şermehd tenê du rojan tê piştî ku Îsraîlê êrîşeke tolhilderî li dijî Îranê pêk anîbû.
Tevî ku Îranê darvekirina wî rasterast bi êrîşên Îsraîlê ve girêneda, sazîya dadwerîyê ew tawanbar kir ku "dema karên xwe yên terorîstî dikir, ew di bin fermana sazîyên îstixbaratî yên Rojavayî, Amerîka û rejîma zarokuj ya Sîyonîstî de ye."
Ajansa nûçeyan ya Mizan a dadwerîya Îranê ragihand ku darvekirina wî sibêha Duşemê pêk hat, bê ku ti hûrgulî bide.
Şermehd li bajarê Glendora ya istana California dijîya û ew bi plankirina êrîşeke sala 2008an ya ser mizgeftekê dihat tawanbar kirin ku 14 kes tê de kuştibûn û pirtir ji 200 kesên din jî birîndar kiribûn.
Îran herwiha îdia dikir ku Şermehd di bernameyeke televîzyonî ya di sala 2017an de agahîyên nepenî yên ser muşekên Pasdarên Şoreşa Îranê parve kirine.
Jêder: Reuters