Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmet Alkiş:Bawer Nakim ku li Îdlibê Pevçûna Navbera Rûsya û Tirkîyê Çêbe


Leşkerên Tirk li herêma Îdlibê
Leşkerên Tirk li herêma Îdlibê

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Sêşemê di gotara civîna koma AKPê de li ser rewşa dawî ya Îdlibê peyîvî.

Erdogan got ku ew hişyarîyên dawî didin ku Tirkîye li ser Îdlibê di hemî alîyan de amadekarîyên xwe temam kirine û operasyona Îdlibê dikare destpê bike.

Berdevkê Kremlînê Dmîtry Peskov jî got ku operasyona leşkerî ya Tirkîyê bi ser Îdlibê dê bibe senaryoya herî xirab.

Gelo girjîya heyî û peyamên karbidestên her du devletan dikare bibe sedema pevçûneke nû li Îdlibê?

Mehmet Alkiş
Mehmet Alkiş


Şîrovekarî sîyasî Mehmet Alkiş, ku li Zanîngeha Dîcle ya li Amedê akamdemîsyen e, dibêje ku Tirkîye polîtîkaya xwe li Sûrîye li dijî berjewendîyên Kurdan ava kir ev kir ku ev xeta sor ya Enqerê ye.

"Ez ew bawer nakim ku Tirkîye û Rûsya li ser Îdlibê şer bikin. Tirkîye dikare operasyonek tenê li ser Îdlibê bike, lê nikare pirtir gavan bavêje," Alkiş got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîye di krîza Îdlibê de mijara penaberan gelek caran anî rojevê. Alkiş bal dikşîne ku ji destpêka şerê Sûrîye heta niha, Tirkîye mijara penaberan wek enstruman li hember Ewrupa bi kar anîye.

“Enqere niha jî li ser vê mijarê dixwaze bala Ewrupa bikşîne da ku givaştin li ser Rûsya çêkin.

Hun dikarin agahîyên pirtir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_02_19_2020_Mehmet Alkiş_Îdlib
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:09 0:00

XS
SM
MD
LG