Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganîyên Bêhêvî Xebatên Rizgarkirinê Yên Amerîka li Firîngeha Kabul Asteng Dikin


Balaf'rgeha Kabul 16 Tebax, 2021
Balaf'rgeha Kabul 16 Tebax, 2021

Afganîyên bêhêvî yên ku hewl didan jiber Talîbanê birevin, xwe li balafirek Amerîkî girtin ya ku amade bû ku ji firokexaneya Kabul rabe.

Herwiha bi hezaran kes jî, îro Duşemê jibo derketina ji Afganistanê li firîna digeryan.

Dîmenên li ser mediya civakî hatine weşandin nîşan dide ku bi sedan zilam di gel balafirek Hêzên Hewayî yên Amerîkî baz dididn, dema ku ew li ber firînê bû hinekan jî xwe bi balafirê ve daliqand bû.

Di vîdeoyên din de, sivîl hewl didin ku derkevin ser derecên balafirgehê.

Hêzên Amerîkî Û Aloziyên li Firokxana Kabul
Hêzên Amerîkî Û Aloziyên li Firokxana Kabul

Hêzên Amerîkî gule berdan esman û jiber ku li ser rêka firînan qelabalixîyên mezin hebûn, tevahîya firînên bazirganî betal bûn.

Malbatên bitirs yên bi zarokan û bi barên xwe hewl didan ku ji rejîma Talîbanê ya ku ewê desthilatdar be, birevin, bîst sal piştî ku desthilata Talîbanê bi destwerdanîya bi pêşengîya Amerîka hatibû têk birin.

"Ez pir ditirsim. Ew gelek guleyan berdidin esman," şahidekî got, û daxwaz kir ku navê wî neyê eşkere kirin ger ev şensê derketina wî nekeve xeterîyê.

Amerîka ragihand ku wê tevahîya karmendên balyozxaneya xwe gihandîye balafirgehê, lê ew ji yên bêyî destûra rêwîtiyê cuda têne girtin.

Balyozxaneya Amerîka li Kabul bi tweetekî ji hemwelatiyên Amerîkî û Afganî rxwest ku "neçin balafirgehê".

Lê, bi hezaran Afganî-tevî hin kesên ku têkilîya wan bi koalîsyona bi pêşengiya Amerîka re tune ye-bi hêvîya ku derkevin, bêyî bilêt û vîzeyê hatin balafirgehê.

"Em ditirsin ku li vî bajarî bijîn û em hewl didin ku ji Kabul birevin," zilamek 25-salî ku xwestiye ku tenê wek Ahmed were nas kirin.

Piranîya kesan bawerî gotegotên ser medyaya civakî dikirin.

Ehmed got: "Min li ser Facebookê xwend ku Kanada ji Afganistanê penaberan qebûl dike."

"Jiber ku min leşkerî kiriye , xeterî heye. Talîban teqez ewê min bike armanc."

Dîmenên li balafirgehê,kaosa dema revîna Waşîngtonê ya ji Viyetnamê ya di sala 1975'an tîne bîra mirovan, ku wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken ev berhevdan red kir.

"Ev ne Saigon e," Blinken roja Yekşemê ji televîzyonekî re got.

Alozî li Firîngeha Kabul
Alozî li Firîngeha Kabul

Alozîya li balafirgehê piştî ku çekdarên Talîbanê ketin nava Kabulê û Serokê Afganî Eşref Ganî ji welat revîya, derket holê.

Li derveyî balafirgehê, dema ku çekdarên Talîbanê li kolanan digeryan û xalên kontrolê ava dikirin, li Kabulê aramîyeke bi xem hebû.

Hev-damezrênerê Talîbanê Abdul Ganî Baradar bi peyamekê ya ser medyaya civakî, bang li çekdarên xwe kir ku piştî kontrolkirina bajêr bi dîsîplîn bimînin.

"Niha dem dema ceribandin û îsbatkirinê ye, niha pêwîst e ku em nîşan bidin ku em dikarin ji gelê xwe re xizmet bikin û ewlehî û aramîya jîyanê peyda bikin," wî got.

XS
SM
MD
LG