Li ser aşîta bajarokê Miksa Wanê re 2 sal derbaz bûn û di salvegera wê bûyera werankar de hat zanîn ku Dadgeha Civata Dewletê (Daniştay) daxwaza vekolînkirina bûyere ya Serdozgerîya Komarîya Wanê red kiriye.
Hêjayî bîrxistinê ye ku di aşîta 4’ê sibata 2020’an de 2 kes mabûn bin berfê de û roja din jî tîma rizgarkirinê û hejmarek leşker û rûniştvan di aşîta duyan de ketin bin berfê û di encama 2 aşîtan de 42 kes canêb xwe ji dest dabûn.