Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu serdana Batman û Amedê kir.
Li Batmanê çû serdana Cenderme ku hefta borî heşt leşker di êrîşek bombeyî de hatibûn kuştin.
Li Amedê jî di vekirina navenda Karsazan bû li ser rewşa dawî ya herêmê herwisa helwesta dewleta Amerîka nirxanidin kirin.
Wî destnîşan kir ku "bizavên terorê yên li cîhanê bûne mijara sereke. Tirsa mezin a bajarên cîhanê îro êrîşên terorî ne."
Soylu got:
"Amerîka ji bo heşt leşkerên me yên ku li Batmanê hatin kuştin peyama sersaxiyê belav kir. Ev helwest ne wijdanî û ne jî ehlaqî bû . Tu bi hezaran kîlometre durî van deveran bi barê kemyonan çek û fîşekan dişînî. Bi van çekan êrîş bi ser welatên me jî dibe. Paşê jî radibî helwesteke durû nîşan didî. Ev helwest di fîlmên mafyatîk de jî xuya dike. Pêşî dikujin paşê diçin sersaxiyê. Helwesta mafyatîk bi dewleta Amerîka nakeve."
ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke