Berpirsekî ewlekariya Ukraynayê îro Şemiyê got ku Kyiv bawer dike grûpeka girêdayî îstîxbaratên Belarusyayê êrîşa vê hefteyê ya online li dijî malperên hikûmetê pêk aniye.
Cîgirê wezîrê ewlekariya niştimanî û civata berevaniyê Serhiy Demedyuk ji ajansa Reutersê re got ku Ukrayna êrîşa roja Înê dixe stûyê grûpeka bi navê UNC1151 û wê di paş perdeyan de gelek wêranî pêk aniye.
Şîroveyên wî, berferehîyên seretayî yên Kyivê nîşan didin li dor bergumanên ku êrîşa online li dijî bi dehan malperên Ukraynayê pêk anîn.
Berpirsan roja Înê gotibû dibe ku destê Rûsyayê di van êrîşan de hebe lê ti berferehî pêşkêş nekiribûn. Belarus dosteka nêzîk ya Rûsyayê ye.
Di êrîşê de, huşdariya “ Bitirs û pêşbîniya xirabtir bike” li ser malperên hikûmeta Ukrayna danîn.
Jêder: Reuters