Ukrayna îro Înîyê rastî êrîşeke sîberî ya mezin hat, gelek malperên sazîyên dewletê hatin hack kirin û bi zimanên Ukraynayî, Rûsî û Polonî peyameke hat weşandin.
Di peyamê de welatîyên Ukrayna tê hişyar kirin û tê gotin ku "bitirsin û li benda ya herî xirab bin."
"Ukraynî! Hemî pêzanînên we yên kesane hatine barkirinê tora giştî. Hemî daneyên li ser kompîturê hatine têk birin, ne mimkûn e ku were serrast kirin," peyamê got.
Di peyamê de bi berdewamî wiha hat gotin:
" Tevahîya agahdarîyên di derbarê wê de hatiye eşkere kirin, bitirsin û li bende ya herî xirab bin. Ev bo sibeeroj, niha û paşeroja we ye." Peyama ku bi êrîşa sîber ve hatîye weşandin hiştin bi referansên ku îdayên dewleta Rûsyayê yên demdirêj ku Kyev qebûl nake, red dike; yên dibêjin ku Ukrayna di nav komên neteweperest yên rastgir yên tund de ye.
Herwiha, di peyamê cîhên kuştinên ku ji hêla serhildêrên Ukraynayê ve yên ku di wê demê de di bin kontrola Almanya ya Nazî de bû, hate destnîşan kirin.
Karbidestên Ukraynayê ragihand ku nêzî 70 malperên înternetê yên sazîyên hikûmetê, tevî wezareta derve, kabîneya wezîran, konseyên ewlekarî û berevanîyê hatine erîş kirin.
Hikûmeta Ukrayna got ku wan piranîya malperên ku bandor bûne sererast kirine û ti daneyên kesane nehatine dizîn.
Wan da zanîn ku ew di derbarê erîşê de lêpirsîneke rêve dibin.
Hevdem, her çend ew ji tawanbarkirina rasterast ya Moskowê dûr sekinîn jî, wan bi rengekî zelal eşkere kir ku Rûsya gumanbar e.
Berdevikê Wezareta Derve ya Ukrayna ji Reutersê re got ku hîn zû ye ku mirov bibêje ka kî li pişt êrîşê ye lê, Rûsya berê jî li pişt êrîşên bi vî rengî bû.
Rûsya heya niha ser bûyera îro ti daxuyanî ranegihandîye lê berê red kiribû ku ew li pişt êrîşên sîber, tevî yên dijî Ukrayna, ye.
Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell êrîş şermezar kir û got ku komîteya siyasî û ewlehîyê ya YE û yekîneyên sîber wê bicivin da ku bibînin ka dê çawa alîkariya Kyevê bikin.