Kurdên Sûrîyê di Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî de bang li UNICEF dikin ku fişarê li rejîma Sûrîyê bike ku sîstema wan ya xwendinê nas bike.
Sîstema perwerdê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi zimanê dayîkê ye: Kurd bi Kurdî, Suryan bi Suryanî û Ereb jî bi Erebî hîn dibin.
Hêjayî balkişandinî ye ku li herêmên bin kontrola Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê li 4130 dibistanan, nêzî 900 hezar zarokên Kurd, Ereb û Suryan bi zimanê dayikê dixwînin.