Bi sedan derbiderên Efrînî îro Înê li dijî dorpêça girankirî ya rejîma Sûrî ya ser penageha Şehba derketin xwepêşandanê.
Xwepêşanderan berê xwe dan bingeha artêşa rejîmê, slogan û pankartên ku dorpêçê şermezar dikin hildan û xwestin ku pêdivîyên jîyanê derbazî herêmê bibin.
Rejîma Sûrî eve demek e dorpêçeke dijwar danîye ser penageha Şehba û rê nade şewit bikeve herêmê, loma bi hatina zivistanê re rewşa derbiderên Efrînî kambaxtir bûye.