Li Tirkîyê girtîyên sîyasî ji 27’ê Mijdarê vir ve bo "azadîya rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserîya pirsgirêka Kurd" dest bi gireva xwebirçîbûnê kiriye. Li Wanê Komela Piştgirîya Malabatên Girtîyan (TUHAD-DER) bo piştgirîya çalakîya girtîyan, li avahîya rêxistina Partîya Heremên Demokratîk (DBP) ya Wanê nobeta rûniştinê pêk tine.
Dayika girtîyê çalakvanê greva birçîbûnê Nazim Aydin, Zelîxa jî tevî temenê xwe yê mezin, piştî karên malê beşdarîya nobeta rûniştinê dike.