Hunermendê Kurd yê navdar Beytocan di çilrojîya mirina wî de li bajarê Kobanê bi çalakîyeke hunerî, hate bibîranîn.
Çalakîya hunerî ji alîyê Desteya Çandê ya Herêma Feratê û Yekîtîya Hunermendên Kobanê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê pêk hat.
Di çalakîya bîranînê de sînevîzyon dor jîyana Beytocan hate pêşandan, piştre hejmareke hunermendên beşdar, sitran û awazên wî pêşkêş kirin, ku ji alîyê haziran ve bi coş û kelecan hatin guhdar kirin.