Jiber binesazîya saxlemîyê ya lawaz li penageha Şehba pir nexweşî di nava derbiderên Efrînî de derdikevin ku tek ji wan kolera ye. Rewşa kambax ya herêma Şehba herwiha şert û mercên saxlemîyê yên xirab, bandoreke neyînî li ser saxlemîya derbiderên Efrînî dike.
Kurê Mizgîn Oso, ku çend meh berê hate dinê, bi nexweşîyekê ketiye ku çareserîya wê peyda nabe û xizanîya malbatê destê Mizgîn û hevjînê wê girêdaye.