Wezîrê derve yê Sûriyê Welîd el-Mualim doh duşemê di konferanseka rojnamevanî de li Dîmeşqa paytext şerê hêzên Kurdên Sûriyê li dijî Daiş wek şerekî rewa bi nav kir.
Wî got:
“Ez bawerim tiştê Kurdên Sûriyê dikin di şerê dijî Daiş de, dikeve çarçoweya rijdbûna wan a xizmeta yekîtî û serweriya axa Sûriyê. ”
Axaftinên el-Mualim tên di demekê de Tirkiyê hêzên Kurdî wek gurûpeke terorîst dibîne.
Gelo helwesta rêjîma Sûriyê di derbarê Hêzên Kurdî de nameyeke ji Tirkiyê re an helwesteke stratejî û hewildan e ji bo vehewandina hêzên Kurdî?
Hêzên Kurdên Sûriyê û partiyên wan ên siyasî rêjîma Sûrî çawa dibînin?
Gelo çi pêwendiyên PYD, partiya desthilatdar li herêmên Kurdî, li gel rejîma Sûriyê hene?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêanan ronî dide ser van babetan:
Enwer Naso, endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê ku li bajarê Amûdê dimîne û Sîhanok Dîbo, rawejkarê hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ku li bajarê Qamîşlo dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke