Guftûgoyên aştiyê li dor Sûriyê îro li Cinêve birêve diçin û şandê Netewyên Yekgirtî bo Sûriyê Staffan de Mistura li gel şandê hikûmeta Sûrî û her wiha li gel şandê opozisyonê kom bû.
Endamê desteya siyasî ya hevpeymaniya niştimanî ya opozisyona Sûrî Hewas Xelîl di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser kombûnan û got:
“Nerîna opozisyonê ewe ku danûstandinên rasterast bi rêjîmê re bibin, û bingeh guhertina siyasî ya demkî be. Ew xala sereke be û pişt re guftûgo derbasî xalên din bin.“
Xelîl ku bi xwe di van axaftinan de beşdare, ragihand ku ew, li gel Ebdulhekîm Beşar û Fuad Elîko, nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, wek beşekî di nav şandê hevpeymaniya opozisyonê de ne.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke