Berdevkê guruba Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) û parlamenterê Qersê Ayhan Bilgen roja yekşemê dane sibê li balafirgeha Enqerê hat destesrekirin. Jibo îfada wî were sendin Ayhen Bîlgen tînin Amedê.
Hêjayî gotinê ye ku roja şemiyê parlenterê HDPê Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş û Altan Tan jî hatin desteserkirin û ji ber doza bûyerên Kobanê îfade dan. Di dema bûyerên Kobanê de di 6-7 Cotmeha 2014’an de hersê parlamenter endamên rêvebiriya HDPê de bûn.
Parlamneterên HDPê piştî ku li Edliya Amedê îfade da, bi şertê konrola edlî serbest hatin berdan.
Parlamentera Amedê Feleknaz Uca, ji Dengê Amerîka re da zanîn ku Ayhan Bîlgen jî ji Doza bûyerên Kobanê hatiye desteserkirin jiber ku ew jî di dema buyerên Kobanê rêvebirê partiya HDPê bû.
Xanima Feleknaz destnîşan kir di 4ê Mijdarê de derbeyek siyasî li hember partiya wan hatiye kirin û tevî hevserokê wan, 11 parlamenter hatin girtin.
Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê, faylê deng veke