Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehmed Qasim: Navçeya Aram li Sûriyê Bê Tirkiyê Nabe


Serokê Amerîka Donald Trump do piştgiriya xwe bo duristkirina navçeyeka aram li Sûriyê anî ziman û Îro Kremlin got Pêwîste Amerîka bi huşdarî vê pilanê pêk bîne.

Piştgiriya Trump a vê gavê renge çareyeka alternatîv be ji wergirtina penaberan li welatên din û di nav de jî Amerîka.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Ehmed Qasim di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka danîna pilaneka wiha ji aliyê Am,erîka ve wek gaveke dereng anî ziman û got pêwîst bû ew berê bihata pêkanîn.

“Tirikyê niha bi Rûsya re ketiye pirojeyeka aştiyê din av Sûriyê de… Avakirina van navçyan bê Tirkiyê nabe eger ew li aliyê bakurê Sûriyê bin… Ez nizanim wê Trump çawa karibe careke din vê rewşê kontrol bike?“

Qasim ku li Tirkiyê dimîne got Rûsya hewil dide doseya Sûriyê ji dest Amerîka derxe û hemî aliyên Sûrî têxe bin destê xwe.

SW_1_26_17_Ehmed_Qasim
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:02 0:00

XS
SM
MD
LG