Tirkiyê dibêje pêwîste hemî gurûpên biyanî ji Sûriyê derkevin, din av wan de jî Hizbullah a Libnanî ku bi hezaran çekdar li Sûriyê hene û dijî hêzên opozisyonê şer dikin.
Wezîrê derve yê Tirkiyê dibêje Tirkiyê dê opozisyonê gerantî bike û Rûsya jî rêjîmê, ji bo sepandina agirbestekê li seranserî Sûriyê
Peyvdarê komeleya parêzerên Kobaniyê Ferhad Baqir di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:
“Tirkiyê çi desthilat li ser Hizbullah nîne, lê Rûsya bi riya rêjîma Sûrî dikare biryarên xwe li Hizbullah bisepîne. Tirkiyê dikare hêzên opozisyonê kontrol bike.”
Baqir ku li Tirkiyê dimîne bal kişand ser rola Amerîka di vê derbarê de û got ji ber pûçbûna rola Amerîka Tirkiyê neçar bû dest bide Rûsya.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke