Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selah Bedredîn: Dê Rêjîma Sûrî li ser Destê Trump Birûxe


Serkeftina Donald Trump di hilbijartinên serokatiya Amerîka de, gelek riyaksyon derxistin holê, çi li ser asta navxweyî û çi li ser asta navnetewî, ku li gor gelek rapirsîn û çavdêran tiştekî ne pêşbîn bû.

Nivîskarê û şîrovekarê siyasî Selah Bedredîn di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser serkeftina Trump û got:

“Her çendî serkeftina Trump seyr bû lê ew diyar dike ku Amerîka welatê dezgehan e û bi demukrasiya xwe navdare, divê em rêzê li vê yekê bigrin.“

Bedredîn ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne, bal kişand ser bandora serkeftina Trump li siyaseta derve ya Amerîka û got ew dê hin guhertina bike li beramber siyaseta serok Barak Obama.

Di derbarê rewşa Sûriyê de Bedredîn got dê rêjîma Beis li ser destê Trump birûxe.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Selah Bedredîn 11_09_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:06 0:00

XS
SM
MD
LG