Encûmena leşkerî ya Hêzên Sûriya Demuqrat (HSD) li Minbijê, îro Duşemê insiyatîvek pêşkêş kir bo çekdarên Daiş li wir.
Li gor insiyatîvê Daiş dikare ji bajêr derkeve bêyî ku HSD êrîşî wan bike.
Rawêjkarê HSD Nasir Haj Mensûr, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da vê insiyatîvê.
“Armanca encûmenê ji vê insiyatîvê ewe parastina xelkê sivîl li bajêr. Rûniştvanên bajêr dixwazin ji bin destê Daiş rizgar bin.”
Haj Mensûr, di dirêjiya hevpeyvînê de, bal kişand ser pêşketinên leşkerî li dijî Daiş û diyar kir ku HSD dê berdewam be di şer de ta ku ev gurûpa terorîst têk biçe.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke