Encûmena leşkerî ya Bajarê Minbijê bi hevalbendiya Hêzên Sûriya Demuqrat û êrîşên esmanî yên hevalbendiya navnetewî, di van rojên dawî de hin pêşketinên leşkerî li bajêr qezenc kirin û ber bi navenda bajêr ve çûn.
Peyvdarê fermî yê encûmenê Şervan Derwîş di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser rewşa niha ya şerê dijî Daiş û got:
“Şervanên encûmena leşkerî ya Minbijê ji gelek aliyan ve pêşve diçin li ser erdê û niha em tenê 500 metir dûrî navenda bajêr in.“
Derwîş ku li bajarê Minbijê dimîne, bal kişand ser rewşa xelkê sivîl û diyar kir ku Daiş wan di nav bajêr de wek barimte digre .
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke