Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê 104 Leşkerên Derbekar, 90 Polîs û Sivil Hatin Kuştin


Doh bi şev grupek di nav artêşê de xwestin derbe bikin.

Di 10ê şeve de hemî rê, pir û balafirgeh ket bin kontrola leşkeren.

Serfermandarê Tirkiyê Hulusî Akar li avahiya Serfermandariyê rehîn hat girtin. Firokên ceng li Enqerê parlamena Tirkiyê, bingeha istxbarata Tirkiyê MİTê û bingeha polêsên hêzên taybet ya li Golbaşiyê firiyan û bi bome û çekan êrîş kirin.

Sokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan got ev derbeya rêxistina paralel ya FETO'yê ye. Kesên di nav hewildanê deberdelên giran bidin.”

Pevçûna di nav polês û leşkeran de heta sibehê dewam kir. Sibeh zû hat ragihandin serfermandar Hulusî Akara hatiye rizgarkirin lê hê agahî ji hin fermandaran nayê girtin.

Serokwezirê Tirkiyê Binalî Yildirim digel Serokfermanê Tirkiyê Hulusî Akar û Wezirê Kare Navxwe Efkan Ala pres konferansek lidarxist.

Binalî Yildirim weha axivî:

“ Ev hewildan a alîgirên rêxistina teror ya pararlelê bû. 15ê Temuzê di demokrasiya Tirkiyê de rûreşiyek e lê di heman deme de cejna demokrasiya me ye. Welatyê me bi alên xwe li hember rêxistina terorê ya paralel rabû. Emê şehîdê xwe jibîr nekin. Endamên çeteya paralel êdî di destê edaleta Tirkiyê de ne. 161 şehîdê û 1440 birîndar hene. 2839 leşker û serbazên ku di nav vê hewidanê de bûn hatin desteserkirin. Ji wan 20 kes hatine kuştin, 30 kes jî birîndar in.”

Di şûna serokerkan Hulusî Akar de Orgeneral Umit Dundar weke cîgirê wî hat tayin kirin.

Dundar jî dane sibê daxuyaniyek da. Wî got "Pevçûn heta sibê dewam kir. 90 şehîd hene, 104 kesên di nav hewildana derbeyê de bûn hatine kuştin.

Beşek mezin ji fermandariya hêzên esmanî û fermandariya cendermeyê herwiha yekineyên zirxî di nav hewildana derbeyê de cî girtine. Lê ev hewildan ji aliye fermandariyê artêşê ji destpêkê heta dawiyê hatiye red kirin."

Ji aliye dine ve 8 serbazên Tirk bi helîkopterek reviyan Yunanistanê.

Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu ji rayedarên Yunanistanê xwestin ku serbazan radestê Tirkiyê bikin.

Musteşarê MİTê Hakan Fidan jî got operasyona li hember derbekaran ya ku bi sistematik dihat kirin, di nav rojê de bidawî tê.

L-Ji aliye dine ve li bajarê Kurdan li ser bingeh û navendên artêşê jî operasyon çêbûn.

Li balafirgeha bingeha 8emîn ya Firokên Ceng ê ku li Amedê ye di dane sibê de ji aliye wesayitên zirxî yên polêsan hatiye girtin. Hat hîn kirin gotin gelek serbaz û leşker bi hiceta ku di nav piştigiriya hewildana derbeyê de kiine hatin desterser kirin.

Di çarçoveya hewildana derbeyê da Fermandarê Cendermeyê yê Şirnexê Tuxgeneral Ali Osman Gurcan jî gat girtin. Tevî wî 2 hezar û 839 serbaz û leşker hatin girtin.

Raport bi deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00

XS
SM
MD
LG