Ajansa Anadol a Tirkî roja şemiyê ragihand ku gurûpeke serhildêr a Sûrî di êrîşekê de serkirdeyê Partiya Karkerên Kurdistan PKK Bahoz Erdal kuştiye. Lê ev agahî ji aliyê PKK ve hat redkirin û ta niha jî hîn Tirkiyê ew piştrast nekiriye.
Serokê navenda Berçav a Azadî û Ragihandinê li Kobaniyê Farûq Hecî Mistefa di hevpeytvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:
“Ajansa Anadol ajanseke fermî ya Dewleta Tirkiyê ye û di warê ragihandinê de xelk dizane ku Ajansên wiha bêalî û azad nînin, ji ber wilo ew bi guman nûçeyên wan werdigrin.“
Hecî Mistefa ku li Tirkiyê dimîne, bal kişand ser girîngiya rola Bahoz Erdal din av PKK de û got eger kuştina wî durist be dê bandoreke mezin bide ser alîgirên PKK.
ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke