Cîgirê serokê komîta karûbarên derve ya Parlemana Ewrupî Javier Couso, îro şemiyê serdana Sûriyê kir û li gel berpirsên hikûmetê û parlemana Sûrî kom bû.
Di kombûnên xwe de, Couso got çê nabe çi welat destêwerdanê di rewşa Sûriyê ya navxweyî de bikin û xelkê Sûriyê tenê dikare biryara siberoja xwe bide.
Endamê desteya birêvebir a komeleya Penah Hîm Omer, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê serdanê û got:
“Ewrupa gihîşte encamekê ku siyaseta wê li beramber kirîza Sûriyê di çend salên borî de siyaseteke çewt bû û ev serdan nîşana wê yekê ye ku Ewrupa dixwaze vê siyasetê biguhere.“
Omer ku li welatê Belçîka dimîne, di derbarê destêwerdana welatên derve de bo Sûriyê, diyar kir ku gelek welatan û bi taybetî welatên herêmê roleke neyênî lîstin û Ewrupa hewil dide van destêwerdanan rawestîne.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke