Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Belgeyên Amnesty Li dor hin Gurûpên Opozisyona Sûrî


Kadar Pîrê û Zara Misto
Kadar Pîrê û Zara Misto

Rêxistina Amnesty ya navnetewî îro sêşemê di raporteke xwe ya nû de got hin gurûpên opozisyona Sûriyê zordarî û zêdegavî kirin bi heman şêweyê ku Hikûmeta serok Beşar Esed dike.

Raportê 70 hevdîtin belge kirine li gel kesin ku dijîn an kar dikin li parêzgeha Idlibê û hin par ji Helebê ku di bin destê serhildêran de ne.

Ev zêdegavî û zordarî, li gor raportê, li dirêjiya çar salan bûne ji aliyê 5 gurûpan ve ku hin ji wan piştgiriya Amerîka û hin hêzên herêmê werdigrin, û her wiha Cebhet el-Nusra ya girêdayî bi el-Qaîde ve.

Ehrar el-Şam ku yek ji van gurûpan e, di nameyekê de got ew dixwazin li gel rêxistina Amnesty kom bibin da ku rewşê zelal bikin.

Gelo ev raport û yên din yên wê ta kîjan astê bê alî ne û rastiya li ser erdê werdigerînin?

Li ser asta bersivdana van cûre raportan, çiqas bandora wan heye li nerîna giştî û welatên mezin ên xwedî biryar?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Kadar Pîrê, birêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor ku li Frensa dimîne û rojnamevan Zara Misto ku li Tirkiyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 07_05_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:27 0:00

XS
SM
MD
LG