Bi boneya salvegera komkujiya bajarê Kobaniyê ku ji aliyê Daiş ve bû û di encamê de bi sedan xelkê sivîl jiyana xwe ji dest dan, komek çalakvanên Kurd li Almanya çalakiyeke lidarxistin û ronî dan ser kiryarên hovane yên Daiş.
Endamê komîta birêvebira a vê çalakiyê Îsmaîl Derwîş di hevpeyvîneke zindî de ji bajarê Koln armanca vê çalakiyê şîrovekir û got:
“ Komîta me berî mehekê bi navê bibîranîna qurbaniyên komkujiya Kobaniyê hate avakirin. Di vê çalakiyê de gotinên nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên Kurd hene. Me nameyeke bi navên şehîdên komkujiyê amade kiriye ji bo belavkirinê.“
Derwîş her wiha diyar kir ku çalakiya îro li wir bidawî nayê, ew dê hewilê bidin xwe bigihînin rêxistinên mirovahî û hikûmeta Almanî ji bo pêşkêşkirina alîkariyê bo malbat, zarok û kesûnasên qurbaniyan.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke