Doh şemiyê wezîrê berevaniya Rûsya Sergi Shoigu serdana Sûriyê kir û li gel serok Beşar Esed kombû, ji bo hevrêziya di navbera leşkerên herdû welatan de.
Serdan hat rojekê piştî ku serokê Rûsya Vladimir Putin pêşniyar kir hin kesayetiyên opozisyonê tevlî Hikûmeta Sûrî bin ji bo pêşxistina proseya aştiyê ku niha rawestiyayî ye.
Nivîskar Salih Cefer, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka, serdana Shoigu şîrovekir û got:
“Serdana Shoigu tê wateya ku Rûsya dest ji rêjîma Sûriyê bernade, û ew her wiha tê di çarçoweya xurtkirina proseya siyasî de li Sûriyê. “
Cefer ku li Holenda dimîne, bal kişand ser çarenûsa Beşar Esed û diyar kir ku pirsgirêk ne kesê Esed e. wî got ew girêdaye bi çûyîn û mayîna rêjîmê bi giştî.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke