Artêşa Sûriyê berdewame di pêşketinên xwe de li parêzgeha Reqqa yê, bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsya, li gor çavdêriya Sûrî ya mafê mirov.
Ev derbasbûna ku roja çarşemê destpêkir, tê di demekê de Hêzên Sûriya Demuqrat( QSD) bi piştgiriya Amerîka êrîşî bajarê Minbijê dikin, ku derdora 115 km li aliyê bakurê rojavayê Reqqa ye.
Hevserokê TEV-DEMê li Kobaniyê Ehmed Şêxo di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka derbasbûna Hêzên Sûriyê bo Reqqa şîrove kir û got:
“Dema ku QSD helmeta rizgarkirina bakurê Reqqayê kirin û berê xwe dan bajarê Minbijê, hinekî lawazî di hêzên Daiş de bû ji milê başûr ve û hêzên Sûriyê ev yek ji bo xwe wek derfet dîtin ku ji wî alî ve derbasî parêzgehê bin.“
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke