Hêzên Sûriya Demuqrat QSD doh bi awakî fermî dest bi operasyona rizgarkirina bakurê Reqqayê kirin.
Wezareta Berevaniya Amerîka got bi hezaran endamên QSD tevlî vê operasyonê dibin bi piştgiriya êrîşên esmanî yên hevalbendiya navnetewî.
Cîgirê serokê Kantona Kobaniyê Xalid Berkel di hevpeyvînekê de li gel Deng Amerîka behsa vê operasyonê kir û got:
“Ev bû sê rojin operasyonê destpêkiriye û dê berdewam bike ta ku digihe armanca xwe. Hêzên YPG û YPJ ji hersê kantonan beşdar dibin û ji bilî wan jî bi hezaran şervanên Ereb jî cihê xwe di nav vê operasyonê de digirin.”
Berkel ku li Kobaniyê dimîne behsa amadekariyên kantona Kobaniyê kir û ew di asteke bilind de nirxandin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke