Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Idrîs Nassan Serdana Votel bo Sûriyê Şîrove Dike


Idrîs Naasan
Idrîs Naasan

Serkirdeyê komandariya navendî ya Amerîka Joseph Votel, doh şemiyê derdora 11 demjimêran li Sûriyê derbas kir. Wî serdana bingehên hêzên taybet yên Amerîka li wir kir û her wiha serdana hin serkirdeyên hêzên Sûriya Demuqrat kir.

Serdana wî hat di demekê de ku çalakvanên xwecihî li bajarê Reqqayê ragihandin ku hêzên hevalbendiya navnetewî hin belevok ji esmên ve belavkirin û daxwaza ji xelkê kirin ku ji bajêr derkevin.

Şîrovekarê siyasî û cîgirê berê yê serokê desteya derve ya kantona Kobaniyê Idrîs Nassan di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka serdana Votel Şîrove kir û got:

“Serdana Votel bo Hêzên Sûriya Demuqrat, belavkirina belevokan li bajarê Reqqayê û rizgarkirina hin gundan li wir, diyar dikin amadekarî bi awakî berferh dibin ji bo rizgarkirina bajarê Reqqayê.“

Nassan ku li Kobaniyê dimîne, diyar kir ku Amerîka giringî û taybetmendiyekê dide hêzên Kurdî di nav Hêzên Sûriya Demuqrat de.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Idrîs Naasan 05_22_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:21 0:00

XS
SM
MD
LG