Gurûpa navnetewî ya piştgiriya Sûriyê di kombûnên xwe yên Viyenna de têk çû û negihîşt çi rêkeftinan ji bo vekirina rê li pêş vejandina axaftinên Cinêvê ku niha hatine rawestan.
Kombûna Viyenna doh hat di demekê de metirsî hene ku agirbesta lawaz li bajarê Helebê bi temamî hilweşe di navbera rêjîmê û hêzên serhildêr de û rewşa mirovahiya berê xerab hîn xerabtir bibe.
Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Mistefa Juma, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:
“Bi nerîna min çi çareserî niha nîne, ne leşkerî û ne siyasî, û ev rewş dê wiha berdewam bike ta tiştekî nû li rojhilata navîn dibe. “
Juma ku li Nerwîj dimîne, li dor axaftinên wezîrê derve yê Rûsya ku, Mosko piştgiriya şerê terorê dike, got, “Rûsya piştgiriya rêjîma Sûriyê dike û eger ne ji Rûsya ba dê rêjîm ji zû ve ketiba.”
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke