Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Kombûnên Vîyenna li dor Sûriyê


Kamîran Haj Ebdo û Îbrahîm Mislim
Kamîran Haj Ebdo û Îbrahîm Mislim

Wezîrên derve yên welatên mezin yên cîhanê îro li Vîyenna kom bûn ji bo dîtina çareseriyekê ji bo rewşa aloz a Sûriyê wek amadekarî ji bo axaftinên Cinêvê ku niha rawestiyayî ne.

Ev kombûn dibin di demekê de ku şer di navbera gelek aliyên dijber de berdewame li bakurê bajarê Helebê û metirsî hene agirbesta lawaz li wir yekser hilweşe.

Wezîrê Derve yê Almanya Frank-Walter Steinmeier îro berî kombûnan got, ”Hewildanên îro ewin duristkirina nîrên pêgiriyeke baştir bi agirbestê, ne tenê li bajarê Helebê belê herêmên derdora Helebê jî.”

Li ser asta siyasî ya Kurdî, rêveberiya xweser a Kurdî ku partiya wê ya sereke PYD ji kombûnan hatiye bidûrxistin û beşdarkirina wê yek ji xalên cihê nakokiyê ye di navbera aliyên beşdar de.

Di demekê de ku Rûsya wan wek hêzeke çalakdar li ser erdê dibîne û daxwaza beşdarbûna wan dike, hin aliyên opozisyonê PYD wek opozisyona rêjîma Beşar Esed nabînin û beşdarbûna wê red dikin.

Her çendî hin kesayetiyên Kurdên Sûriyê di bin sîwana opozisyonê de li Cinêvê beşdarin lê rexneya li wan dibe ewe ku ew li gel opozisyonekê kar dikin pênasînê bi mafê Kurd nake li Sûriyê.

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser van babetan:

Sikretêrê Partiya Yekîtî ya Demuqrat a Kurdî li Sûriyê Kamîran Haj Ebdo ku li Almanya dimîne û Îbrahîm Mislim, endamê komîta pêwendiyan a Partiya Yekîtî ya Demuqrat PYD ku li Yûnanistanê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 05_17_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:53 0:00

XS
SM
MD
LG