Doh şemiyê kovara Dêrşbîgil a Almanî, ragihand ku hikûmeta Fedralî ya Almanya pêşbîniya wê yekê dike di pênc salên bê de 106 milyar dolar xerc bike, ji bo piştgiriya penaberan li Almanya.
Şarezayê abûrî Mehmûd Mehmûd di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser pilana Almanya di vê derbarê de û got:
“Pilana aşkere ya Almanya ew mirovahiye, lê Almanya welateke ku kêşeyeke dîmografî lê heye. Xelkê wê ber bi pîrbûnê diçin û wan pêwîstî bi hêzên kar hene ji bo dabînkirina pereyên xelkê ku xanenişîn dibin.“
Mehmûd ku li Almanya dimîne bal kişand ser nakokiyên di navbera partiyên Almanî de li dor pilana wergirtina penberan û diyar kir ku hêzên rastrew dixwazin her derfetekê terxan bikin ji bo redkirina penaberan.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke