Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry îro li Erebistana Siûdî li gel şah Selman kom bû ji bo axaftina li dor kirîza Sûriyê ku Erebistana Siûdî roleke berbiçav tê de heye.
Nivîskar û şîrovekarê siyasî Hiznî Geddo di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa serdana Kerry bo Erebistana Siûdî kir û got:
“Helwestên Amerîka û welatên herêmê li dor Sûriyê ji hev cuda ne. Ta niha rêveberiya Obama biryara rûxandina Esed ne daye, ji ber wilo dixwazin welatên wek Erebistan Siûdî têxin wê baweriyê ku renge her tişt ne li gor daxwazên wan bin. “
Geddo ku li Erebistana Siûdî dimîne, bal kişand ser rola Erebistana Siûdî di beşdarkirina Rêveberiya xweser a Kurdan de li kombûnên Cinêvê û diyar kir ku ew roleke mezine lê”Pirs ewe ta kîjan radeyê ew dixwazin wê beşdar bikin.”
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke