Hikûmeta Sûrî û hevalbendên wê erêkirin li dor dirêjkirineke din a agirbestê ta sibe çarşemê piştî bidawîhatina 72 demjimêran ku îro bidawî hatin.
Di heman deme de Amerîka û Rûsya ragihandin ku ew kar dikin li ser pêşvebirina rawestana kiryarên dijminahî li seranserî Sûriyê.
Ev hewl rastî metirsya têkşûnê dibin bi saya tundûtijiya heyî li gelek deveran.
Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry doh duşemê li Parîsê got wateya rawestana kiryarên dijminahî dê kêm be eger piştgiriya wê li ser erdê nebe.
Hewildanên rawestana şer tên di demekê de ku êrîşên li dijî Cebhet el-Nusra û Daiş berdewam in.
Gelo bi agirbesta rojekê û diduwan rewş çareser dibe li welatekî ku bi salan şer li her pareke wî dibe.
Çi kar dibe ji aliyê welatên mezin ên cîhanê ve ji bo dîtina çereseriyeke berdewam ku xelk di bin siya wê de vegerin jiyana xwe ya rojane.
Di dawîyê de çi ji bo Sûriyê tê amadekirin.
Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:
Parêzer Redîf Mistefa ku li Tirkiyê dimîne û Kadar Pîrê birêvebirê rêxistina Kurd Bê Sînor ku li Frensa dimîne
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke