Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kadar Pîrê: Fransa di Avakirina Herêmeke Veqetî de li Sûriyê Piştgiriya Tirkiyê Dike


Kadar Pîrê
Kadar Pîrê

Wezîrê derve yê Fransa banga kombûneke lezgîn kir ji bo hêzeke erkan ku çavdêriya agirbestê bike li Sûriyê.

Banga wezîr Jan Mark Êro hat piştî hin raportan ragihand ku êrîşên esmanî, hêzên opozisyona nermerê ji xwe re kirin armanc.

Serokê rêxistina Kurd bê Sînor Kadar Pîrê di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka rûdanên tundûtijiyê şîrove kirin û got:

“Ev cara yekem e ku agirbest tê bicihkirin ji destpêka şerê Sûriyê ve berî 5 salan, ji ber wilo tiştekî normal e ku hin tundûtijî ji her du aliyan ve bibin. “

Pîrê ku li Fransa dimîne, bal kişand ser aliyên ku naxwazin şer rawiste û wî go “Tirkiyê di serê wan aliyan de ye ku naxwaze agirbest pêk bê.”

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Kadar Pîrê 02_29_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:29 0:00

XS
SM
MD
LG