Serokê Amerîka doh di axaftina xwe ya heftane de dupat kir ku çekdarên Daiş êdî li ser erdê kêm dibin û her wiha navçeyên di bin destê wan de li Sûriyê kêm dibin.
Axaftina Obama tê di demekê de ku Amerîka û Rûsya agirbestek li Sûriyê Sepandine û bi dehan gurûp û aliyên şer pêgiriya xwe pê anîne ziman.
Hevserokê TEV-DEMê li Kobaniyê Ehmed Şêxo di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka rastiya axaftina Obama li ser erdê şîrove kir û got:
“Tengkirina xeleka li dor hêzên Daiş diyare li ser erdê, hêzên Kurd û her wiha hêzên Sûriya Demuqrat navçeyên berfereh bi dest xistine û ev jî hêza Daiş lawaz dike. “
Şêxo ku li Kobaniyê dimîne dupat kir ku bandora agirbestê li şerê Kurdan yê li dijî Daiş nîne.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke