Şandê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Staffen De Mistura razîbûna xwe ji agirbesta bi piştgiriya Amerîka û Rûsya li Sûriyê anî ziman, li gel ku hin bûyerên tundûtijiyê derketin holê li hin cihan.
Axaftina wî hat di demekê de hin çalakvanan ragihand ku balafiran du gund li parêzgeha Helebê bumbebarankirin û gotin renge ew balafirên Rûsî bin.
Endamê desteya siyasî ya koalisyona niştimanî ya hêzên opozisyona Sûrî Hewas Xelîl, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:
“Li pênc parêzgehên sereke rêjîm hîn berdewam e di êrîşên xwe de û pêgiriya xwe bi agirbestê diyar nekiriye. “
Xelîl ku li Tirkiyê dimîne, bal kişand ser rola Rûsya di vê agirbestê de û diyar kir ku “Rûsya peymaneke ne rewa li gel rêjîmê heye û ew nikare bibe piştgir ji alîkî re û di heman demê de bibe çavdêra agirbestê.”
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke