Serokê Sûriyê Beşar el-Esed îro çarşemê di pêwendiyeke telefonî de li gel serokê Rûsya Vladimir Putin, got ew amadene alîkar bin di cîbecîkirina agirbestê de ku biryar e roja şemiyê destpêbike.
Desteya opozisyonê ya bilind a guftûgoyan beşdarbûna xwe girêda bi derbaskirina alîkariyên mirovahî bo navçeyên dorpêçkirî û rawesta êrîşên esmanî yên Rûsya li ser sivîlan.
Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Mistefa Juma, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê babetê û got:
“Ev herdû mercên Desteyê pir girîngin, bêyî wan wek derew li vê babetê tê nerîn.“
Juma ku li Nerwîj dimîne, bal kişand ser helwesta Amerîka di vê derbarê de û diyar kir ku rewşa Sûriyê tevliheve ta radeyekê ku Amerîka îdî nikare tiştekî berbiçav li ser erdê bike.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke