Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Çarenûsa Herêmên Bakurê Helebê û Aliyên Dijber li wir


Kadar Pîrê û Hoşeng Osê
Kadar Pîrê û Hoşeng Osê

Parêzgeha Helebê û bi taybetî gundewarê wê yê bakur di van demên dawî de bûye xaleke navendî di şerê Sûriyê de.

Tirkiyê şervanên Kurd ku Amerîka piştgiriya wan dike ji xwe re dike armanc. Kurd şerê hin gurûpên Îslamî dikin û hewil didin di çarçoweya Hêzên Sûriya Demuqrat de navçeyê kontrol bikin,û hêzên rêjîma Sûriyê, bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsya herêm dorpêç kirin e û pilan dikin wan ji nav destê gurûpên opozisyonê rizgar kin.

Erebistana Siudî û Tirkiyê ku herdû jî di koalisyona Navnetewî de ne bi serkirdayetiya Amerîka, amadebûna xwe nişan dan ji bo şandina hêzên li ser erdê bo Sûriyê.

Rûsya, topbarana Tirkiyê bo navçeyên derdora firokxaneya Minix wek kiryarên dijminahiyê anîn ziman û xemên xwe di vê derbarê de derbirîn.

Serokê Sûriyê Beşar el-Esed îro sêşemê got zehmete agirbest bête cîbecîkirin û wî got, “Tirkiya û Erebistana Siudî ji aliyê hêzên derve tên birêvebirin.”

Gelo berê vê tevliheviyê bi ku ve ye? Çi pilan ji herêmê re tê amadekirin? Û kî van nakokiyan digerîn in?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser van babetan:

Birêvebirê Rêxistina Kurd bê Sînor Kadar Pîrê ku li Frensa dimîne û nivîskar û rojnamevan Hoşeng Osê ku li Belçîka dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest SW 02_16_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:49 0:00

XS
SM
MD
LG