Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebdulrehman Apo Rewşa Bakurê Helebê Şîrove Dike


Ebdulrehman Apo
Ebdulrehman Apo

Bo roja duyem Tirkiyê şûnên di bin destê şervanên Kurd de li bakurê Sûriyê topbaran dike di opereasyonekê de ku hin çavdêr wê wek gurkirina şerekî dibînin ku berê xelkê sivîl bi agirê wî tê sotin.

Di heman demê de rêjîma Sûrî bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsya ji alîkî ve û hêzên Kurdî ji alîkî din ve gelek navçe û gund xistin bin kontrola xwe.

Endamê Komîta navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistana Sûriyê Ebdulrehman Apo, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amereîka agahiyên dawî yên şer li wan navçeyan dan û got:

“Leşkerên Tirkiyê balafirgeha Minix û derdora wê topbaran dikin, ji ber ku Hêza Sûriyê ya Demuqrat hewil dide wan navçeyan têxe bin kontrola xwe û Tirkiyê jî ji vê yekê ne raziye. “

Apo ku li bajarê Efrînê dimîne, rewşa xelkê sivîl li herêmê şîrove kir û pêwîstiya wan bo alîkariyên mirovahî yên bi lez anî ziman.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Ebdulrehman Apo 02_14_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:46 0:00

XS
SM
MD
LG