Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kamîran Haj Ebdo: Ta ku Ayîn û Siyasetê Ji Hev Cuda Nebin Dê Şerê Olî her Berdewam be


Kamîran Haj Ebdo
Kamîran Haj Ebdo

Şandê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Staffan De Mistura ku do li Erebistana Siûdî li gel opozisyona Sûrî kombûbû ragihand ku Erebistanan Siudî dupat dike nakokiyên wê li gel Îranê dê bandorê nedin ser proseya Aştiyê di navbera rêjîma Sûriyê û opozisyonê de, li gor kenala Al-Arabia.

Sekretêrê Partiya Yekîtiya Demuqrata Kurdî li Sûriyê Kamîran Haj Ebdo di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:

“Eger em binerin çawa tiştê li Sûriyê dibe wek şoreşekê dest pê kir û piştî çend mehan bû şerekî olî, emê bê guman bizanin ku dê bandora van nakokiyên dawî yên Îran û Erebistana Siudî diyar û aşkere be li ser piroseya Aştiyê li Sûriyê.“

Haj Ebdo ku li Almanya dimîne got:

"Ta ayîn û Siyaset ji hev neyên cudakirin dê nakokiyên Sunnî û Şîiî her berdewam bin li herêmê."

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Kamîran Haj Ebdo SW 01_06_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:57 0:00

XS
SM
MD
LG