Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gêlo Îsa: Bê Biryareke Navnetewî Tirkiyê Nikare Tiştekî li Sûriyê Bike


Gêlo Îsa
Gêlo Îsa

Di demekê de ku Tirkiyê bêhtirî carekê got ewê rê nede hêzên Kurdî ku rojavayê çemê Furat kontrol bikin, Hêzên Sûriya Demuqrat di van demên dawî de derbasî wî alî bûn bi mebesta paqijkirina herêmê ji çekdarên Daiş.

Endamê komîta navendî ya Partiya Demuqrata Kurdî ya Sûrî Gêlo Îsa di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:

“Di qonaxa şoreşa Sûrî de, Tirkiyê her siyaseteke çewt bi rêvebir û bi taybetê di derbarê rewşa Kurdan de. roja îro jî, ew bê biryarek navnetewî nikare bi çi şêweyî destêwerdaneke li ser erdê bike li Sûriyê. “

Îsa ku li Kobaniyê dimîne bal kişand ser Hêzên Sûriya Demuqrat û got ew piştgiriyê ji Amerîka û Rûsya herduwan jî werdigrin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Gaelo Isa SW 01_03_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:47 0:00

XS
SM
MD
LG