Di encama şerê 30 salî di navbera Tirkiyê û Partiya PKK de 40 hezar kes jiyana xwe ji dest dane ta niha. Nêzîkî 2 hezar kes hatine kuştin ji dema rawestana agirbestê di navbera herdû aliyan de di meha 7an de.
Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan soz da ku ewê operasyonan berdewam kin ta ku her çekdarekî ji PKK têk bibin.
Endamê desteya rêvebir ya KCK Mûrad Qereylan got ev ne pevçûn û operasyon in, ev rewşa şerê navxweyî ye.
Gelo berê vî şerî bi ku ve ye û kî ne aliyên sûdê jê werdigrin?
Eger em bidin berçavan Tirkiyê ji berê ve ne raziye li dor rêveberiya xweser û şervanên YPG û YPJ li aliyê din yê sînor, gelo piştî van bûyeran li Tirkiyê dê rewşa Kurdên Sûriyê çawa be?
Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna dû mîvanan ronî dide ser vê babetê:
Nivîskar û birêvebirê malpera Medarat Kurd rêzdar Muhsin Seyda ku li Danîmark dimîne;Endamê nivîsîngeha pêwendiyên giştî û rawêjkarê hevserokatiya PYD rêzdar Sîhanok Dîbo ku li Qamîşlo dimîne; û her wiha Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê rêzdar Mistefa Ozçelik ku li Tirkiyê dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.