Li ser vexwendina Erebistana Saudî, bi dehan alî û kesayetiyên opozisona Sûrî roja 9 û 10 mehê li Riyada paytext kom dibin ji bo gihîştina bingeheke siyasî hevbeş li dor beşdarbûna di guftûgoyan li gel rejîma Sûriyê de.
Niwênerên hin aliyên siyasî û leşkerî hatine vexwendin lê li bermaber wan jî hin alî û kesayetî amade nabin, an jî nehatine vexwendin.
Ji tevgera Kurdî, partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENK-S) ew di çarçoweya hevpeymaniya niştimanî ya opozisyonê de hatine vexwendin lê Partiya Yekîtiya Demuqrat (PYD) û alîgirên wê yên di rêvebiriya xweser de, ew nehatine vexwendin.
Gelo ev kongre dikare bingeheke yekgirtî di navbera hemî alîyên beşdar de ava bike?
Ta kîjan astê dê encamên kongrê li ser erdê bêne wergerandin?
Nerîna kes û aliyên nehatî vexwendin an yên ku beşdar nabin çiye li dor vê kongrê?
Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:
Birêvebirê Navenda Kurdî ya afrandinan, rêzdar Newaf Xelîl ku li Almanya dimîne; Endamê desteya siyasî ya hevpeymaniya opozisyona Sûrî rêzdar Hewas Xelîl ku li Tirkiyê dimîne; û peyîvdarê Encûmena Êzidiyên Sûriyê rêzdar Serhan Îsa ku li Almanya dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.