Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê Piştî Xistina Balafira Rûsî


Îbrahîm Îbrahîm, Mesûd Kaso û Şahîn Ehmed
Îbrahîm Îbrahîm, Mesûd Kaso û Şahîn Ehmed

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu doh duşemê got welatê wî dê lêborînê nexwaze ji bo xistina balafira şer ya Rûsî hefteya borî li ser Sînorê Sûriyê.

Peyîvdara wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova got xistina balafira Rûsî axaftinên aştiyê li dor Sûriyê xistin metirsiyê, û wek diyarkirina dilgiraniya Rûsya di vê derbarê de, peyvdarê Kremlin Dmitry Peskov got Putin dê kom nebe li gel serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di konferansa UN ya guhertina keşûhewayê de li Parîsê.

Ew kombûna ku Erdoxan roja Înê hêvî kiribû rûbirû pêk bê li konfransê.

serokê Amerîka Barack Obama di vê derbarê de îro li Parîsê piştgiriya xwe bo Tirkiyê ragihand. Wî bang li herdû aliyan kir ku nakokiyên xwe bi alîkî din û bala xwe bidin şerê Daiş.

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Endamê komîta navendî ya Partiya Demuqrat a Kurdistan a Sûriyê Şahîn Ehmed ku li Tirkiyê dimîne; Parêzer Mesûd Kaso ku li Birêtanya dimîne; û Siyasetmedar û nivîskar Îbrahîm Îbrahîm ku li Danîmark dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.

Hest û Helwest 12_01_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:52 0:00

XS
SM
MD
LG